Cîhan

Pompeo : Me li hevkir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di yekem roja Konferansa Asayişê ya Munchenê li Almanyayê ji bilî hejmareke serkirde û berpirsên welatan, civînek li gel Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî encam da ku Pompeo wê civînê weke berhemdar binav dike.

Di civînê de, liser pêwendiyên Hewlêr – Waşington hate rawestandin, herweha pêşhateyên li Iraqê jî hatin axaftin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di twittekê de spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend bûn bi parastina dezgeh û welatiyên wan yên li Herêma Kurdistanê.

Di twitta xwe de Pompeo tekez kir, wî bi Mesrûr Barzanî re li ser pêwîstiya hevahengiya berdewam û jihevnêzîkbûnê lihev kiriye.

Berî vê civînê Serokwezîrê Kurdistanê, ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerika Dan Brouillette, Wezîrê Bergirî yê Iraqê Necah Şemerî û Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov re jî, civiya bû.

Back to top button