
Li Tirkiye kanala TV 8ê de bernameyek ya dengê herî baş li Tirkiye tê weşandin. Di vê bernameyê de kesek ji devera Mêrdînê bi navê Hayrî Kasaç jî tevlî bû. Hayrî heta dawiyê hat li nabû fînaslist. Dawiyê de Hayrî ji xwediyê TV8 û serpereştê bernameyê ji Acun Ilicali re got.
“ Ez ji welatê ku roj lê derdikevê hatime, ez ji Mêrdînê me, diya min yek gotin Tirkî nizane, ez dixwazim ji vê derê dilê dayika xwe jî xweş bikim û jê re biçekî ji stranek Kurdî bêjim. Acun got: Belê keremke bibê je.
Hayrî loriyek got û xatir ji bernameyê xwest.
Birçok anneye ulaştı sesi…
Ağzına sağlık, helal sana Hayri Kasaç #osestürkiye pic.twitter.com/M7R6G3fqcK— Tuçe (@tucenahirci) February 14, 2020
Ji berî niha du salan di heman bernameyê de kesek kurd ku li eskeriyê bû, vîdeoyekî ji bo vê bernameyê bi stranek kurdî rêkirîbû, ev vîdeo jî hatibû weşandin.