Civak

Amarên girtiyên BDP-ê

 
Li gor raporeke BDP ku di malpera Yenî Polîtîka  de hatiye weşandin, îstastika girtiyên BDP-ê ji 13 nîsana sala 2009ê heta çileya pêşîn a sala 2011ê eşkere dike:

–          7748 kes hatine binçavkirin

–          3394 hatine zîndanî kirin
 
Li gor vê îstastîkê rojane 9 kurd hatine binçav kirin ku, 5 ji wan hatine zîndanî kirin.
 
Li gor rapora BDPê piştî hilbijartinên 12 hezîranê destserkirina endamên BDP-ê bi awayekî ber bi çav zêde bûye û dest bi binçavkirin û  girtina berprisên BDP û serokê şarederiya hatiye kirin.
 
 Ji meha gulana îsal heta nuha:
 
–           5 endamêm komîteya nawendiya BDP-ê 

–          12 endamên meclisê

–           28 serokên bajar û bajarokan

–           46 rêvebirên bajar û bajarokan

–          13 şaredar û cîgirên wan û

–           29 endamên meclisên bajar û şaredariyan
hatine girtin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button