Dosya
Enqere gotiye Virusa Corona li Wanê tûne
Doç. Dr Mehmud Sunneçioglu Birêvebirê Tendirustiya bajarê Wan ya Bakûrê Kurdistanê, daxuyaniyek di derbarê dorpêçkirina Nexweşxaneya Ozalpê belav kir û da zanîn ku li ser wan nexweşên Korî virusa Corona nehatiye dîtin.
Her wiha Birêvebirê Tendirustiya bajarê Wanê ragihand ku ewan mînakên li ser wan nexweşên Korî ji bo bajarê Enqerê şandine û li gor zanyariyên ku ji Enqerê hatiye ragihandin li ser wan nexweşên Korî virusa Corona nehatiye dîtin.
Îro du hemwelatiyên Korî ku ji Îranê hatibûn bajarê Wanê, ji ber bêtaqetî û bêhalbûnê serdana Nexweşxaneya Ozalpê kiribûn û paşê hatin û çûna nexweşxaneyê hatibû qedexekirin û rewşeke awarte li nexweşxaneyê hatibû ragihandin.