Dosya

Ezmûna dîplomasiya Kurdistanê hate nirxandin

Roja sêşem 11.02.2020 Enstîtuya Lêkolîn û Geşepêdana Kurdistanê (IRDK) semînerekî bi navê (Hewlek ji bo nirxandina tecrubeya dîplomasiya Herêma Kurdistanê) ji bo Felah Mistefa Berpirsê berê yê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê sazkir.

Li semînerê da Felah Mistefa bi giştî di derbarê hêlên giştiyên dîplomasî û peywendiyên Herêma Kurdistanê li derveyê Kurdistanê pêşkêş kir û li vê çarçêweyê da derfet û astengiyên li ber ezmûna dîplomasiya Herêma Kurdistanê şîrove kir. Li vî warî de Felah Mistefa balkişand li ser wê yekê ku pêkvejiyana aştiyane û vekirina dergehan li rûyê koçber û lêqewimiyan, li Herêma Kurdistanê da xalên herî geş yên dîplomasiya Kurdistanê bûne. Lê belê komek kêşeyên siyasî û aborî jî li navbera Herêma Kurdistan û Iraqê da mane ku wekî berbestin li ber dîplomasiya Herêma Kurdistanê.

Felah Mistefa tekez li ser wan rûdan û pêşhat û helwestan kir ku li gel amadekariyên sazkirina referandumê da hatine ber dîplomasiya Herêma Kurdistanê û nêrîn û gotarên dewletan li vî derbarî de eşkere kir.

Li beşekî dinê semînerê de behsa wan xal û pêşmercan kir ku li rûyê kargêrî û şiyana dîplomasî û fermangeha peywendiyên derve pêş dixin. Her wiha tekez li ser wan bingeh û bihayan kir ku li paşarojê de divê li rûyê peywendiyên siyasî û kulturî û aboriyan ve li dîplomasiya Kurdistanê da tekezî li ser bêne kirin. Bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê ku lehengekî dewlet nîne û wekî lehengekî navdewletî dikare tevbigere.

Li beşeke dinê semînerê da, amadebûyan ku ji nivîskar û lêkolîner û ragihandkaran pêkhatibûn, pirsiyar û têbîniyên xwe pêşkêşî Felah Mistefa kirin û eve jî bersîvdan û guftûgoyeke din li gel xwe anî.

 

Back to top button