Heyeteke Kurdistanê gihişte Waşîngtonê
Şandeyeke herêma Kurdistanê gehişte Waşîngtona paytexta Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê. Şandeya herêma Kurdistanê ku ji Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêk tê, dê di serdana xwe ya Amerîkayê de digel mezine berpirsên îdareya Qsra Spî, sanator û kongireman bicivin û serdana saziyên ragehandin, kulturî, fikrî û lêkolînan bikin.
Şandeya herêma Kurdistanê dê li Amerîkayê, hev rê digel Qubad Talebanî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Amerîkayê, serdana saziyên bala yên hikûmeta amerîkayî, kongirês û nawendên ragehandinê û saziyên lêkolînan bikin û di dîdar û hevdîtinên xwe de digel berprisên amerîkayî behsa siyaset, rewşa emnî, û rewşa nuha ya herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê, bikin.
Kûrkirin û berfirehkirina têkeliyên di warê siyasî, abûrî, kulturî û warên din de di navbera herêma Kurdistanê û Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê de armanceke din ya serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Waşîngtonê ye.
Weke tê zanîn Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê di roja 3-ê vê mehê bi serdaneke fermî li Hewlêrê bû û digel serokê Kurdistanê civiya bû. Joseph Biden di civîna digel Barzanî tekîd li ser dostaniya navera herma Kurdistanê û Amerîkayê kirbû.
https://rojevakurd.com/politik/9010-Serok-Kurdistan-pwaziya-Biden-kir.html

Rojevakurd