Polîtîk

Helwesta Rusya li hember Kurdistanê hatiye guherîn

Hejarê Şamil rojnamevan û nivîskarê Kurd li Rusya diyar kir ku di nav çend mehên dawî da berpirsên bilindên Rusyayê du caran serdana Herêma Kurdistanê kirîne. Ew yek jî nîşan dide ku helwesta Rusya bi rengekê baş li hember Kurdan hatiye guherîn û niha Rusya girîngiyeka mezin dide Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî.

Nivîskarê Kurd vê yekê jî eşkere kir ku Rusya girîngiyeke mezin dide Rojavayê Kurdistanê jî û ji bo wê hindê hizr û nêrîna serkirdayetiya Kurd li Herêma Kurdistanê werdigrin û serdanên vê dawiyê jî ji bo wê yekê girîngin û ev yek dê bibê egerê wê çendê ku pêgeha Herêma Kurdistanê bihêz bibe û Kurd li Sûriyê jî bigihin mafên xwe. ji ber ku li Sûriyê çi tiştek bêyî rizamendiya Rusya nayê kirin.

 

Back to top button