Cîhan

Çîroka Brexit ê jî bi dawî hat

Parlemena Ewrupa bi zorîneya dengan derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrupa pejirand, Parlementerên ku nêzîkî 50 sale li nav yek holê da komdibin, malavayiyê li hevdû kirin û hev himbêz kirin.

Keşuhewaya li nav Parlemena Ewrûpa vê êvarê bi komdengî û diltengî jî pêve diyar bû dema Parlementeran xatirê xwe ji hevdû xwestin û wêneyên bîranînê li gel hevdû girtin.

Parlemen Ewrûpa ji 751 Parlementeran pêk tê, bi derketina Brîtaniyan 678 Parlementer dimînin, ev hengava îro çarşem 29.01.2020 li Parlemena Ewrupa tenê dû roj berî wadeya fermî ya derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrupa tê.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button