Cîhan

AKP,CHP,HDP, MHP û IYI PARTI bi hevre helwesta Trump şermear dikin

Li parlementoya Tirkiye de hemû partiyan bi hevre daxûyaiyek hevbeş ragihandin û projeya serokê Amerikayê ya Rojhilata Navin şermezar kirin.

Parlementoya Tirkiye di serokatiya vekilê serokê parlementoyê parlementerê HDPê Mithat Sancar de civiya. Di civînê de ji bo şermezarkirina biryara Trump a di derbarê Îsrail û Filistînê de biryarek hevbeş hate girtin û di vê biryarê de helwesta Trump tê şermezar kirin.

Di daxûyaniya ku hatî ragihandin ji aliyê fraksiyonên AKP, CHP, HDP, MHP û IYI Partî yê ve hatiye îmzekirin.

Di daxûyaniyê de dibêje:Tişta tê kirin dagirkirina Filistine. Trump aşitiya Rojhilata Navîn dike babetê siyaseta navxwe. Di projeya hatî ragihandin de mafên Filistiniyan hemû tê winda kirin  û rê li çarenûsa Filistiniyan tê girtin.

Herweha di daxûyaniya hevbeş de, dibêje tişta ku Filistin qebûl neke, em jî qebûl nakin.

Daxûyaniyê de helwesta Amerika û serokê vî welatî tê şermezarkirin.

Back to top button