Kurdistan û Srilanka protokola karên hevbeş îmzakirin
Şandekê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Herêma Kurdistanê li welatê Srilanka bi mebesta zêdekirina peywendiyên bazirganî û aborî û protokolên lêk têgihiştinê ya ji bo karkirina hevbeş îmza bikin.
Sîrwan Mihemed Cîgirê Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Herêma Kurdistanê ragihand: Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Herêma Kurdistanê li gel Jûrên Bazirganî û karsaz û berpirsên Srilanka civiyan û bi mebesta zêdekirina danustandina bazirganiye di navbera wan da, protokolên lêk têgihiştina ji bo karkirina hevbeş îmzakirin.
Mihemed got: Niha çendîn kelûpel ji welatê Srilanka li bazarên Herêma Kurdistanê hene û ji aliyê welatiyan ve bi awayeke ber bi çav xwest li ser heye. Çendîn cureyên keresteyên bînasazî jî ku li Herêma Kurdistanê têne berhemanîn ku vî welatî pêdivî pê heye lewra bizava hinartinê ji bo wan dikîn ku ji bo vê mebestê protokolên lêk têgihiştinê ji bo karkirina hevbeş îmza dikin.