Civak
Termê keça Kurd li qerexên Antalya dîtin
Rojnameyên tirkan radigihînin ku termê kesek bi navê Çinur Yunis li qeraxa Konyaalti ya bajarê Antalya tirkiye ji aliyê masîgîran ve hatiye dîtin. Raya Polîs jî eweye ku keça Kurd xwe kuştiye û nivîsek li ser hatiye dîtin ku bi zimanê tirkî nivîsiye “Ez naxwazim bijîm ji vê jiyanê westiyam û bêzar bûm”.
Ji aliyeke din ve malperekî taybet ji bo penaberan li vî derbarî de lêkolînê kiriye û ji bo wan eşkere bûye ku Çinûr penaxwazekî Kurdê xelkê bajarê Sine bûye ku sê sale li tirkiyê bûye û şeş meh berê ji aliyê daîreya koçberên tirkiyê ve “terka axê” pê hatiye dayin.
Çinûr xwediyê mastera computerê bûye û yek ji endamên malbata wî jî ragihandiye ku Çinûr hatiye kuştin.
Termê Çinûr li rêya firokxaneya Tehranê ve îro radestî malbata wî kirin.