Kurdistan Plana nû ya veberhênanê amade dike
Piştî ku Mesrur Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hejmarek ji veberhênerên Herêma Kurdistanê civiya û li civînê da guftûgo di derbarê karnameya kabîneya nehem taybet bi pêşxistina veberhênan û geşepêdana aboriya Herêma Kudistanê kir. Serokê Dîwana Encumena Wezîran dibêje: Hikûmet çend projeyekî girîngê aborî li berdeste.
Li lêdwanekî taybet da Umêd Sebah Serokê Dîwana Serokayetiya Encûmena Wezîran got: Hikûmet mijulî danîna masterplana veberhênane û li gel ewe da jî 3 projeyên girîngê aborî li ber deste ku ji hevbeşiya di navbera kerta taybet û giştî û hemwarkirina yasaya veberhênan û proje yasaya berhema xwemalî.
Veberhênerek jî dibêje: Ew hengavên hikûmetê dibê rizgarkerê Herêma Kurdistanê li dest aboriyek ku tenê pişt bi neftê girêdabe.