Artêşa Niştimaniya Kurdistanê dadimezrê
Endamê Lîjneya Pêşmerge li Parlemena Kurdistanê ragihand pêngav hatine avêtin bo ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bêne yekxistin û artêşeke niştimanî bê pêkanîn û got: Di demeke nêzîk dê dermale û perên bawernameyê ji bo hemû Hêzên Pêşmerge bêne xerckirin.
Rêvînk Hirorî Endamê Lîjneya Pêşmerge li Parlemena Kurdistanê ragihand ku Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê planek daniye hemû Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yekbigrin û bibin yek û artêşeke niştimanî bê pêkanîn û pêşbîniya ewe dike ku di demeke nêzîk de ev pêngav serîbigrê.
Hirorî balkişand li ser wê yekê ku ev artêş dê li jêr fermana Wezareta Pêşmergêyê Kurdistanê da be û piştî planê wê bê bicîhkirin. Hîç hêzek li derveyê sînorê sîstema Wezaretê da namîne û dê ji hemu hizban dûr bikeve û sîstemê cilûbergê wan jî yek dibe.