Polîtîk

Li gel Amerikiyan behsa radestkirina çekan kirin

Serok Erkanê Pêşmerge û Hevpeymanan pirçek kirina lîwayên Wezareta Pêşmerge guftûgo kirin ku di demeke nêzîk de ji aliyê hevpeymanan ve plana pirçek kirina Pêşmerge diçê warê bi cîhkirinê.

Wezareta Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê belav kir ku îro sêşem 28/01/2020 li Dîwana Wezaretê Ferîq Cemal Mihemed Serok Erkan û Lîwa Basil Mihemed Cîgirê Serok Erkan yê Îdare û Mîrî li gel Kolonel Obrain Berpirsê Nivîsîngeha Hêzên Amerîka li Bexda û tîmekî jûra yarmetîdana hêzên hevpeymanan civiya.

Her wiha hate ragihandin ku civîna di derbarê peywendiyên Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan û çawayiya yarmetîdan û gihandina hevkarî û yarmetiyên ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû.

Li dawiyê da Wezareta Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê balê dikşîne li ser wê yekê ku her dû alî guftûgoya plana pirçek kirin û pêdana kelupel û pêdiviyên serbazî kirin ku di demeke nêzîk da ji aliyê hevpeymanan ve bi çend lîwayekî dinê Wezareta Pêşmerge bidin.

 

Back to top button