Nivîsar

Nêçîrvan Barzanî, sultanê kabûsekî din

Hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serok Trump, gelek li ser hate gotin û nivîsîn, lê belê bi hemû pêverek û li wê rewşa niha ku navçe têda derbas dibe, hevdîtineke dîrokî bû. Girîng nîne çawa hatiye rêkxistin yan çend xulek bûye, girîng eweye li wê gengeşeya Davosê da, Trump derfeta dîtina Serokê Herêmekî biçukê bê dewlet hebê. Eve jî di demek daye ku Serok Nêçîrvan Barzanî hê jî dawetnameya fermî ya çûna Koşka Spî jî her li cihê xwe maye.

Karnameya Serokayetiya Nêçîrvan Barzanî li serdema Hikumetê da, karnameyekî geşe û cihê destê wî bi avadanî û pêşketina Kurdistanê ve û li dirûstkirina bingeha aborî da heta çendîn nifşên din her wê bê behs kirin. Lê belê ji hemûyan girîngtir ew balansa siyasiye navxweyî, herêmî û navdewletiye ku li piştî 16ê cotmehê ve, carekî din nasnavê qehremaniya Pêşmerge li asta navdewletî da hate gerandin û pira rûxiyayî ya dîplomasiyetê nûjen kir û ablûqeya ser Kurdistanê şikand.

Rêbwar Kerîm Welî

 

Back to top button