Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya şandekî Almanî kir

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Almanya dûpat kir ku biryarê daye li hevkarîkirina Pêşmerge bi meşq û rahênanê berdewam bê. Her wiha mayina hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Iraqê bi pêwîst zanî.

Nîvroya îro dûşem 27/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Yorgin Hart û Markos Grobel Endamên Parlemena Almanya ya li Partiya Demokrata Mesîhî (CDU) kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Konsolê Giştiyê Almanya li Hewlêr amadebû, Parlementerên Almanî spasî Hikûmet û gelê Kurdistanê kirin ji bo hewandina koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê bi taybetî jî Mesîhiyan. Dûpat jî kir ku hewl didin wekî berê Almanya li hevkarîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam bê.

Nirxandina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê, rewşa Iraq û Sûriye û navçeyê bi giştî, metirsiya terorê û pêwîstiya Iraqê bi mayina hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, çend mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button