DXB hevkariyê digihîne lêqewimiyên Awustralya

Bi sedema agir ketina li her dû Wîlayetên Nîwsaws Wêlz û Kuyns Land ya li beşa Rojavayê Awustralya 2 hezar û 683 yekineyên nîştecîhbûna hemwelatiyan şewitiye û nêzîkî 34 kes canê xwe ji destdane, her wiha bi wê sedemê nêzîkî rûberê 3 milyon hêktar zevî û daristan şewitiye.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya çalakiyên navdewletî da, hevkariyê ji bo ziyanmendên vê rûdanê dabîn kir. Hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêkhatiye ji dehan hezar lîtir ava vexwarinê û li rêya nûnerayetiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Awustralya ji bo lêqewimiyan hate dabîn kirin.

Heval Siyan Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Kurdistan 24 ragihand, dabînkirina hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo gelê Awustralya wateyeke mezin heye. Wê wateyê digihîne ku Kurd herdem destê hevkariyê ji bo hemû gelên cîhanê dirêj dike.

Ji bo vê hevkarî û bi dengve çûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî aliyên taybetmendên warê mirovî li Awustralya spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.

Nerîna min :