Cîhan

Trump: Plana aştiya li Rojhilata Navîn radigihînim

Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ragihand: Berî roja sêşema bê plana aştiya li Rojhilata Navîn radigihîne.

Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li civîneke rojnamevanî da eşkere kir, berî serdana Benyamîn Netanyaho Serok Wezîrê Îsraîl ya Washingtonê û civîneke dû qolî ya di navbera wan plan ji bo eşkerekirin û ragihandina plana aştiya li Rojhilata Navîn dadirêjin.

Trump got, berî serdana xwe ya Benyamîn Netanyaho ya ji bo Washingtonê dixwazê plana aştiyê ya bi navê “Plana Mezin” hatiye naskirin ragihîne.

Donald Trump her wiha ragihand: Her yek ji Benyamîn Netanyaho û Bînî Gantsî ji bo Washingtonê hatine vexwendin ku civîn û guftûgoyê di derbarê pirsa aştiya li Rojhilata Navîn bikin û Benyamîn Netanyaho jî roja sêşema heftiya bê digihe Washingtonê.

Back to top button