Rastiya rewşa firokexaneya Kerkûkê
Li dor pirsa teslîmkirina firokexaneta Kerkûkê û çêbûna aloziyê di navbera hêzên polîs, leşkerê Îraqê û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê de, duhî êvarê, pêncûemiyê 17.11.2011ê, Necmedîn Kerîm waliyê Kerkûkê di preskonferensekê de got ku beşek ji firqeya 15 ji hêzên leşkerê Îraqê, ji bona parastina alav û amêrên nav firokexaneyê, ketine nav firokexaneya Kerkûkê.
Kerîm got:
– Meclisa wîlayeta Kerkûkê biryar dabû ku piştî firokexaneya Hurîyeyê ya Kerkûkê ji hêzên amerîkayî tê wergirtin bibe firokexaneyeke medenî. Îro (pêncşemiyê 17.11.2011) li Bexdayê ez digel serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî, li ser meseleya pirsa firokexaneya Kerkûkê, civiyam. Malikî jî raziye ku firokexaneya Hurîyeyê bibe firokexaneyeke sivîl, lê wî got ku jiber ku hêşta firokexane ya leşekerîye û gelek amêr û alavên leşkerî tê de ne baştire ji bo demekê ji aliyê arteşa Îraqê ve bê parastin.
– Piştî firokexane ji hêzên amerîkayî hatiye wergirtin, bi razîbûna maclis û waliyê Kerkûkê beşek ji fewca 2 ya firqeya 15 a arteşa Îraqê ji bona parastian wê çûne nav firokexanyê.
– Ew firokexane di nav sînorê îdarî yê şaredariya Kerkûkê deye û bi tenê rê ji firokexaneyên medenî re tê dan, nabe tu firokexaneyên leşkerî di nava sînorên şarederiay Kerkûkê de bin.
Waliyê Kerkûkê di preskê din yê pireskonferensê de got ku wan digel serokwezîrê Îraqê Malikî li hev kiriye ku firokexaneya kerkûkê firokexaneyeke medenî be û birêkeftin leşkerê Îraqê ketiye nav firokexaneyê.
– Pirsa vê firokexaneya zêde hat mezin kirin, tu hêz nehatine ku hevsengiya navbera pêkhatên bajêr têk bide.
Weke tê zanîn roja sêşemiya borî hêzên amerîkayî ji firokexaneya Kerkûkê derketin. Piştî derketina hêzên Amerîkayê ji firokexaneya Hurîyeyê ya Kerkûkê pirsgirêk û alozî di navbera polîs, leşkerê Îraqê û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê de derket. Ji bona piştgîriya polîsê Kerkûkê hêzeke pêşmergeyê Kurdistanê ber bi Kerkûkê bi rê ket û ket di amadebaşiyê de.
Piraniya neteweyên Kerkûkê, bi taybet jî kurd û turkmen li ser wê yekê hevdeng in ku, ew firokexane bibe firokexaneyek navneteweyî ya sivîl. Ji ber wê yekê dema bi biryara Malikî leşkerê îraqî ket nav firokexaneyê, dû hêzên pêşmergeyan bo Kerkûkê hatin şandin. Lê piştî waliyê Kerkûkê bi lez çûye bexdayê û digel serokwezîrê Îraqê Malikî li ser vê pirsê civiyayî, ev aloziya ketiye navbera Hewlêrê û Bexdayê hat çareser kiirn.
Lê pirs eve; gelo leşkerê Îraqê ji bona parastina amêr û alavên wê ketiye nav firokexaneyê û paşî dê jê vekêşe yan jî pîlaneke din ya Malikî ye li dijî kurda ku ji bon akontrolkirina Kerkûkê firokexaneya Hurîyeyê weke bingekê leşkerî bikar bîne?
Rojevakurd