Dosya
BP ji kêlgehên neftîyên Kerkûkê vekişiya

Ji ber ku Hikumeta Iraqê peymana lêgerîn û pişkinîna bîrên neftî yên nû ji bo kompanya BP ya Brîtanî nekir, kompanya Brîtanî xwe ji kêlgehên neftiyên Kerkûkê vekişand.
Kompanya BP ya Brîtanî ji Ajansa Reuters re ragihandiye “Lêkolînên jeolojiyên kêlgehên Kerkûkê ji bo mayîna me palpişt nebûn”.
Meha derbasbûyî kompanya Brîtanî desthilatdarên Iraqê ji vekişana kêlgehên neftî agahdar kiriye ku li sala 2013 da peymanek îmza kiribûn û niha peyman bi dawî hatiye.
Ev vekişandin di demek daye ku kompanyayên rojavayiyan yên uze û enerjî li Iraqê da, bi sedema wan xwepêşandan û aloziyên çend meha derbasbûyî zêdebûna aloziya di navbera Amerîka û Îranê pêdaçûnê bi çalakiyên xwe da dikin.