CivakKultur

Li Kurdistanê cûdabûn û mehrbirîn zêde bûye

Li gor amarên Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê li neh mehên yekem ya 2019 an de li Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok) 30.499 mehrbirîn hatine tomarkirin, li beramber da jî 7.381 cûdabûn hebûye. Beramber bi salên pêştir mehrbirîn û cûdabûn jî zêde kirine.

Li gor amarên Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê li neh mehê yekem ya sala derbasbûyî 30.499 peymanên hevsergîriyê li dadgehên Kurdistanê hatin tomar kirin. Bi giştî mehrbirîn li van neh mehan da 3,389 bûye. Lê belê sala derbasbûyî li her sê parêzgehan 39.763 peymanên hevsergîriyê hatine îmza kirin ku li mehek da dike 3.313 peyman. Bi beramber amarên giştî ya peymanên hevsergîriyê li 2019 li gel hemû peymanên sala 2018 derdikevê ku li yek mehek da 75 peymanên hevsergîriyê û li salek da 900 peyman zêde bûye.

Cûdabûn li sala derbasbûyî de bi awayeke giştî li wan sê parêzgehan 7.692 doz li dadgehan hatine tomarkirin ku li mehek da dike 855 doz.

Li gor amarê zêdetirîn doza cûdabûnê li parêzgeha Silêmanî bûye ku 3.448 dozin, li Hewlêrê 3.115 doz û li Dihok jî 1.129 dozên cûdabûnê hatine tomar kirin.

Li sala 2018 da 9.192 dozên cûdabûnê hatine tomarkirin ku li mehek da dike 766 doz.

 

Back to top button