KUŞTINA ZANAYEKÎ DI MEDRESEYA KURDÎ DE
Diyar e pir kes têne kuştin, lê belê di van 400-500 salên bihurî de, kêm hatiye dîtin ku zanayekî Kurd di medreseyeke kurdî de hatibe kuştin.
Duhî li Norşêna Bedlîsê Mele Ebdulkerîmê neviyê Şêx Ebdurehmanê Taxî, di merdeseya xwe de ji aliyê yekî ve bi çek hatiye kuştin. Sedemê kuştinê jî xwedêgiravî dibêjin ku Seyda Ebdulqadir dozekê çareser kiriye û ji aliyê kesê ku wenda kiriye hatiye kuştin.
Kuştina Seyda ji bo vê yekê, ne cihê baweriyê ye.
Bi sedê salan e ku zanayên Kurd yên wek mele, şêx, rîspî û kesên xuyanî dozên xelkê çareser dikin û her kes rêz li biryara wan digire.
Ez bi xwe dîdevanê dozekê me ku yekî bisilman û yekê elewî hatin cem bavê min û doza xwe jê re gotin, biryara heqdêriyê bo yê elewî hate gotin. Yê bisilman rêzmendiya xwe nîşanda û herdu rabûn çûn malên xwe.
Erê gelek car mele û şêxên Nexşebendî hatine kuştin, lê ji aliyê dijmînan ve bi şerîdan hatine xeniqandin.
Di Sedsala Bîstî de, gelek car leşkerên Kemalîzmê avêtine ser gelek Medreseyên Kurdî û dersdarên wan desteser kirine, birine û hinek ji wan di riyan de kuştine, hêjî şûna gora wan ne diyar e, gelek jî di girtîgehan de salên dirêj mane. Lê di medreseyên xwe de nehatine kuştin.
Yekî wek Seyda Ebdulkerîmê neviyê Şêxê Taxî ku di medreseya xwe de were kuştin, hovîtiyên di salên 1925 hetanî 1938an tînin bîra meriv.
Mele Ebdulkerîm zatekî wisan bû ku av ji ber wî şêlû nedibû. Bi xuyê xwe wek milyaketan bû, xuyxweş û peyvşêrîn bû. Bi piçûkan re piçûk, bi mezinan re mezin, bi kal û salxuran re jî her wisan bû. Kesên wisa bêguman ne yên kuştinê ne. Ji ber ku ew û kesên wisa, terazuya wekhevîtî û biratiyê ne.
Bila serê malbata Şêxê Taxî, serê malbata Hezretê Norşênê, serê peyrewên Medreseya Kurdî û serê Neteweyê Kurd sax be. Bêguman gele Şêx Ebdulkerîm çûne û wê gelekên dî jî herin.
Bila rihê seyda Ebdulkerîm şad be û kujerê wî û alîgirên xwe pêrgê xezeb û dojeha Yezdanê dilovan bin.
20/ 01/ 2020
Zeynelabidin Zinar