Civak
Pîrozbahiya cejna qurbanê
Hevwelatiyên Hêja!
Cejna we ya Qurbqanê pîroz be!
Gelê kurd bi qedirbilindî û şanazî pêşwaziya Cejna Qurbanê dike.
Em Cejna hemû hevwelatiyên xwe û Cejna Cîhana Îslamî pîroz dikin.
Em daxwaz dikin ku ev Cejna pîroz li Kurdistanê û li tevahiya cîhanê di aştî û aramiyê de derbas bibe û hestên birayetiya gelan geş bike, ji bo miletê Kurd û ji bo hemû gelên cîhanê bibe wesîleya aştiyeke domdar.
Em Cejna kurdistaniyan û ya hemû bawermendên cîhanê bi dilgermî pîroz dikin!
Em ji hemû hevwelatiyên xwe re serkeftin û serfîrazî dixwazin!
Bi rêz û silav
06.11.2011
Şefîk Kaya
Berpirsê Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
(27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê)