Stokholm: Civînek ji bo qurbaniyên erdheja Wanê
Îro roja yekem ya cejna qurbanê, li Stockholmê qurbaniyên erdheja Wanê hatin birnanîn. Ji bo rêzgirtin li qurbaniyên erdheja Wanê, Hevkariya hêzên siyasî yên Kurdistanê li Swed û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed civînek pêkanîn.
Di civînê de serokê Hevkariyê Şefik Kaya û seroka Federasyonê Şermin Bozarslan li ser rewşa Wanê û erdhejê axavti kirin.
Di civînê de komiteyek ji 5 kesan ji bo kom kirina arikariya hate damezirandin. Gelek ji beşdaran li cihê civînê bûn rêz ji bo arikariya qurbaniyên Wanê bikin. Li gora agahdariya komita komkirina hevkariyê dayî, dê heta sersalê komkirina arîkariyê berdewam be û her sêşemiyê dê ev komîte li avahiya Federasyonê rûne û da ku kesên bixwazin herin arîkariya xwe pêşkeş bikin.
Herweha dê kontoyek jî ji bo arîkariyê bête vekirin. Piştî arîkarî kom bibe dê bi kesek li ser navê Federasyonê û kesek jî li ser navê hêzên hevkariyê serdana Wanê bikin û di cihê xwe de arîkariyê bighînin destê kesên hewce.