Kultur

Şivan Perwer got ne rast e

Şivan Perwer got ne rast e

Hunermendê navdarê kurd Şivan Perwer duhî bi daxuyaniyekê got ku ew nûçeyên di medyaya Tirkiyeyê de li ser siheta wî hatîne weşandin ne rast in. Perwer di daxuyaniya xwe de dêblje ku, dilê wî xurt û bi hêze û tendirustiya wî jî gelek baş e.

Ev li jêr daxuyaniya Şivan Perwer:

Çend agahiyên nerast û tevlihev di derheqê min de li van şapatên dawiyê, di medyayê de derhatine. Bi vî awayî ragihandinên di rojnamên tirkî de li ser nexwesiya dilê min ne rast in.

Dilê min xurt û bi hêze. Tendurustiya min gellek başe. Ez piştî demek direj albûmek bi rêk û pêk amade dikim. Ji bo albûma nû vê gavê li studiyoya xwe dixebitim da ku ta dawiya salê tevabikim. Bila dilê we rehet be. Guh nedin derewan û Eyub Bischoff jî bi tenê hevaleke, ne menejerê mine.

Ji bilî vê yekê, nuçeyê li ser min ji bo lîstika di fîlmek sînemade kû berî demekî derketibun jî ne rastin û bê haya min navê min hatiye bikaranîn.

Bi hêviya peşerojêk ronak û xweş cejna Qurbanê ji hezkirî, gelê me û civata Îslam re pîroz dikim. Hêvî dikim ev cejin bibe firsenda aştî û aramiyê.

Rêz û aşitî

Şivan Perwer
Bonn, 05.11.2011

Balkêş e ?
Close
Back to top button