Parlemento: Em zêdegaviyan ji tu kes û aliyekî qebêl nakin.
Parlemantoya Kurdistanê di daxuyaniyêkê de, bersiva axivtinên Serokê Hizbûllahê Lubnanê Hesen Nasrullah da û dibêje; Serok Mesûd Barzanî û Pêşmerge sembola jinavbirina DAIŞê ne
Roja duşemê 13.01.2020an Parlementoya Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersivva axaftinên Hesen Nasrullah da. Parlementoya Kurdistanê ragihand: “Rêberê Hizbulah a Libnanî red dikin, ku di gotarekê de êrîşek ne rewa kir, ser Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ku remzê xweragîrî û rûbirûbûn a terorîstên DAIŞ in. Ew hêzên Pêşmerge bûn, ku bi xwîna xwe efsaneya DAIŞ têkşikandin û bi awayekî rasterast û meydanî ji dêvla hemû cîhanê, rûbirûyî terorîstên DAIŞê bûn û qehremaniya mezin tomar kirin.”
Herwiha di beşeka din a daxuyaniyê jî da Parlementoya Kurdistanê ragehand, bi mixabinî, berpirsên Hizba Hesen Nesrula beşek bûn ji wê êrîşa ne-rewa û ne-destûrî ku di sala 2017an de ser Herêma Kurdistanê hat kirin. Ew wekî nûnerên Herêma Kurdistanê wefadar in, beramber bi her kes û aliyekî, ku rojek ji rojan ligel me hevkar bû ye. Zêdegaviyan jî, ji tu kes û aliyekî qebêl nakin.
Wekî Parlementoya Kurdistanê û nûnerên xelkê Kurdistanê jî, bêrêziya beramber Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û her sembolek Neteweyê me, şermezar dikin