Polîtîk

Civîna yekitiyek netewî

Li Diyarbekirê bi însîyatîfa PAK û PSKê civînek ji bo avakirina hevkariyek netewî hate li darxistin.Kesayetên siyasî û rewşenbîr tevlî civînê bûn û di derbarê pirsa Yekitiyek Netewî de dîtinên xwe gotin.

Piştî civînê herdu partiyên ku civîn pêkanîn daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihandin.

Daxûyanî:

Li Amedê Civîna Tifaqa Netewî Li Dar Ket

Civîna bi armanca nirxandina wate, şêwe û pêkhateyên tifaqa netewî ku bi banga PAK û PSKyê hatibû organîze kirin, roja 12.01.220an  li Amedê li dar ket.

Gelek sîyasetmedarên Kurdistanê yên hatibûn vexwendin beşdarî civînê bûn. Du Rêvebirên  HAK-PARê jî weke çavdêr beşdarî civînê bûn..Televîsyonên Kurdî jî di destpêka civînê de amade bûn.

Civîn ji aliyê Cihgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba ve hate birêvebirin.

Destpêka civînê de  li ser navê PAK û  PSKyê , Vahit Aba axaftinek kir. Di vê axaftinê de  weha hate gotin:

‘’Nûnerên birêz yên ragehandinê û rewşenbîr û sîyasetmedarên hêja

Merheba ji we re, hûn bi xêr hatine ve civînê

Weke PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) û PAK(Partîya  Azadîya Kurdistanê), di vê  pêvajoya hesas de em dixwazin bi we re pirsa tifaqa netewî binirxînin û rê û rêbazên pêk anîna vê  pêwîstîya miletê me bi hevre tesbît bikin.

Ev civîna me bi vê armancê hatîye organîze kirin.

Wek tê zanîn em wek miletê Kurd û gelê Kurdistanê di pêvajoyeke dijwar da derbas dibin.

Gelê me û welatê me Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî da ne. Jibo tekbirin û şikandina nîrê zilm û zordarîyê, pêkanîna tifaqeke berfireh a neteweyî û demokratîk wek erkeke dîrokî lê pêşberê me sekinandîye. Di pêkanîna karekî wisa da perpirsîyarîyeke mezin dikeve  ser milê me tevan.

Di vê civînê da, em hezdikin  mijara tifaka neteweyî û demokratik bi awayekî şênber nîqaş bikin. Em pêşniyar dikin, ku nîqaşên me li ser xalên jêrîn bên çêkirinê.

  1. Armanca Tifaqa Neteweyî
  2. Şiklê Tifaqa Neteweyî
  3. Jibo pêkanîna Tifaqa Neteweyî nexşerêyeke çawa ûwd.

Piştî niqaşên me yên di derbarê van her sê xalan de, em dixwazin bi hevra, di derbarê tifaqa netewî da nexşerêyeke hevbeş tesbît bikin.

Jiber beşdarîya we em sipasîya we dikin.’’

Piştî vê axaftina Vahit Aba,   Bayram Bozyel di derbarê şiklê birêvebirina civînê de agahdarî da û civîn jê pê ve ji çapemenîyê re bi awayekî girtî berdewam kir.

Di civînê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik,û Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek di derbarê rojeva ku hatîye tesbît kirin de bîr û rayên partîya xwe anîn ziman.Mesut Tek û Mustafa Özçelik, bal kişandin ser wê yekê ku, hevkarî û tifaqên netewî divê bi aktor û prensîbên netewî,  demokratîk û niştimanî bêne ava kirin. Herdu Serokân jî amadebûna partîyên xwe ya di derbarê gav avêtina hevkarî û tifaqên bi prensîb û bi pêkhateyên   netewî-demokratîk de dîyar kirin.

Pişti axaftina  Serokê Giştî yê PSK û PAKê, beşdarên civînê, di derbarê pêwîstî, rê, şêwe û pêkhateyên tifaqaa netewî de bîr û rayên xwe anîn ziman.

Civîn 5 seetan berdewam bû.

Di encama civînê de hemû beşdar li ser berdewamîya li dar xistina hinek civînên berfirehtir û dîyalog û bi hevre xebata partî, grûb û kesayetên netewî, niştîmanî de hemfikir bûn.

Civîn ji bo di demên pêş de hevkarî û tifaqen netewî yên berfirehtir û karger bêne li dar xistin, di atmosfereke berhemdar û hêvîdar de derbas bû.

14.01.2020

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

PAK(Partîya  Azadîya Kurdistanê)

Back to top button