Polîtîk

Parlementoyê biryara fermîbûna du roja ji bo Turkmena da

Parlementoya Kurdistanê du rojên taybet yên Turkmena wek rojên fermî qebûl kir.

Du rojên taybet ji bo Turkmenên Kurdistanê hene. Di hesabê Twîtter a parlementoyê de biryara parlementoyê hate belav kirin.

Di civîna asayî ya parlementoyê de, roja 17ê meha 11ê wek roja Çand û Zimanê Turkmena û roja 25ê Sibatê jî wek roja Medya Turkmenî hate qebûl kirin. Biryara parlementoyê bi piraniya denga hate wergirtin.

Di daxûyaniya parlementoyê de dibêje ku, piştî hukumeta herêma Kurdistanê hate dameziran din 3 salan Dibistana yekem bi zimanê Turkmenî hate vekirin. Rojnameya yekem a Turkmenî jî 25ê Sibata 1911ê de hatiye weşandin.

Back to top button