Davutoglu bersiva Erdogan dide: Bila behsa wefayê neke
Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu piştî civêna li gel konseya damezerên partiyê pêkanî di derbarê hinek gotinên Erdogan de dîtinên xwe gotin. Davutoglu di axavtina xwe de bersiva îdiayên Erdogan da.
Davutglu got: “ Em ji AKPê veneqetiyan, wan ev dûr xistin. Ev cara yekeme di dîroka siyasî de serokwezîrek ji partiya xwe tê dûrxistin. AKPê gelek derî li pêşiya me girtin. Wek akdemîsyenekî nehiştin em di holan de biaxêvin, gelek zordarî li derdora min û kesên nêzikî min hate kirin. Ew kesên ev yek kirîn bila behsa wefayê nekin. Ez tu cara ji serokkomar dûr neketim, lê wî em dûrxistin.
Wek din ew( Erdogan) logoya partiya me pela dara çinarê wek pelek pehîzê ku diweşe bi nav kir û partiya me jî bi vî awayî dinirxîne, lê em wek pela ku di biharê de derdikeve xwe nav dikin. 3 sal û nîvê dengê me qut kirin, deriyê medyayê li me girtin. Ewên ev yek kirîn bila behsa wefayê nekin.
Yê ez îkna kirim ku , ez pişgiriya Erdogan bikim babê min bû. Min nûçeya mirina babê xwe li ba Errdogan bihist. Ez li gel Erdogan di civînê de bûm û xeber hat gotin babê te wefat kiriye. Îro Erdogan min bi gendelîyê itham dike, eniya min vekiriye, li vî welatî dadgeh hene , eger hinda serê derziyekî gendeliya min hebe bila eşkere bike û di derbarê min de dozê veke. Lê ew kesê van kiryara dike bila tu cara behsa dostanî û wefayê neke. “
Davutoglu ji AKPê veqetiya û partîyek nû ava kir, niha jî Alî Babacan amadevaniya damezirandina partiyek din dike. Bê guman ev herdu partî hêza xwe ji bingehê AKPê digrin û AKP bi vê yekê aloz dibe. Ji bo vê jî serokê AKPê û serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan êrîşê van aliyan dike. Lê piranî berê êrîşên xwe ji Babacan behtir dide Davutoglu.
Li gora lêpirsîna dengên ku partiya Gul û Babacan bigrin ji yên Davutoglu behtirin. Lê Erdogan hesaba behtir ji Davutoglu dike. Ji ber ku problema di navbera Erdogan û Davutoglu de, behtir îdeolojîk e. Ji bo vê yekê jî di çerçova AKPê û aliyên ku denga didin AKPê û bingehê AKPê siyasetê li ser dike, dê bandora Davutoglu hebê û ev yek jî AKPê aloz dike. Metirsiya Erdogan ya mezin jî ev e.
Davutoglu kesayetek akdemîsyene, lê di heman demî de kesayeteke ku îdeolojiya AKPê nivîsandiye û bingehê siyaseta AKPê di alîyê îdeolojîk de piranî wî avêtiye. Ev yek dihêlê ku Erdogan hesaba ji Davutoglu bike û heta bikaribe rêya siyasetê li Davutoglu bigre. Desthilat di destê Erdogan de ye, Ji xwe gava yekem avêt û dest danî li ser Zaningeha Şehîr. Erdogan dihesibînê ku bi vê yekê pêşiya Davutoglu digre.
Nûçe/Analîz