Polîtîk

Heta dawiya salê tu guhertinek li hikûmetê nayê kirin

Wek tê zanîn piştî hilbijartinên li herêma Kurdistanê çêbûyîn, li gora lihevhatina di nav PDK û YNK-ê de çêbûyî, du sala serokatiya hukumeta herêma Kurdistanê wê ji aliyê YNK ve bê rêvebirin. Piştî du salan wê PDK postê serkaê hukumeta Kurdistanê wergire. Li ser vê yekê gelek nûçe di medyayê de derketin. Lê tu daxuyaniyek fermî di vê derbarê de tunebû.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di vê derbarê de daxuyaniyek ragihand û ev pirs jî zelal kir. Ev jî deqê daxuyaniya serokê Kurdistanê ye..

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ev demeke li medya de behsa guhertina Hikûmeta Herêmê tê kirin û li vî derbarî de daxuyaniyên cûr bi cûr ji aliyê hinek ji berpirsan ve ji bo wan medyayan didin ku têde bi dilê xwe nêrîn û dîtinên cuda derdibrin.

Bi gelê Kurdistanê radigihînim ku di derbarê wê meseleyê de min li gel birêz Serok Mam Celal şêwiriye ku heta dawiya îsal tu guhertinek nayê kirin û li sala nû de hengavên pêwîst ji bo wê dihêne avêtin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

22/10/2011

Back to top button