Hevpeyvîn

Hûrgilîyên hevdîtina Kemal Kerkûkî digel Henry Kissinger

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê beriya sê hefteyan di serdana xwe ya bo Amerîka de serdana Henry Kissinger wezîrê derve yê Amerîka yê berê (1973-1977) kir ku, weke endazyarê lihevhatina Cezayîrê tê naskirin. Ew lihevhatina di sala 1975ê de di navbera şahê Îranê û Saddam Huseyîn cîgirê serkomarê Îraqê de hat îmze kirin û di encamê peyaman Cezayîrê de şoreşa Îlonê şikest.

Loma ev serdana serokê parlamentoya Kurdistanê bo Henry Kissinger bû cihê balkêşiya kurdan bi giştî. Li ser hûrderkariyên gotûbêja navbera wî dîplomatê navdar ê amerîkî û serokê parlamentoya Kurdistanê,  Rûdaw ev hevpeyvîna li jêr bi Kemal Kerkûkî re kiriye.

Rûdaw: Hevdîtina we ligel Henry Kissinger çawa bû?
Kerkûkî:
Ev rûniştin li ser daxwaza Henry Kissinger pêkhat. Ez jî piştî fikirkirina derbarê borî, niha û pêşerojê de, herwiha piştî şêwra ligel çend birêzan, em ligel şandeyê li hev hatin ku ez wî bibînim baştir e. Dema min ew dît, min jê re got ‘cenabê we di sala 1975ê de Wezîrê Derve yê Amerîka bû û rola we hebû. Hêviya şoreşa kurd jî bi wan têkiliyên ku ava bûbûn hebû û roleke we ya sereke jî di avabûna wan têkiliyan de hebû. Lê em Kurd rastî têkçûneke mezin hatin, ew jî ji ber piştevanîkirina dîktatoran li navçeyê. Gelê kurd jî piştre rastî komkujiyê hat, me 182 hezar kes ji dest dan û em hatin kîmyabaran kirin, wê demê jî rola we hebû. Xelkê me li Kurdistanê wisa dizanin ku cenabê we roleke bilind di vî karî de hebû, niha nerîna we çi ye?
Vê yekê gelekî tesîr li Kissinger kir û got ‘ev ji bo min sivikatiyeke mezin bû ku di buroya min de tiştekî wisa ji min re bê gotin, ji ber ku ez dostê Kurdan bûm û min hewl jî dan ku tiştekî baş bikim, lê şahê Îranê tiştek kir ku ji me re jî suprîz bû. Min herçend hewl jî ligel aliyê amerîkî da ku rewşê biguherin, lê min nekarî, min ev di bîranînên xwe de jî gotiye. Ez niha jî dostê kurdan im û şanaziyê bi ezmûna niha ya Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn dikim. Kurd miletekî berxwedayî ye ku kariye xwe biparêze, ev jî şanaziye û tiştê baş ku ji min bê ez ê ligel vî gelî rawestim bo dahatiyekî baştir. Werin kerem bikin, em bifikirin çi baş e ji bo kurdan bê kirin.’

Rûdaw: Bersiva we ji bo van hêncetgirtinên Henry Kissinger, ku weke “endazyarê lihevhatina Cezayîr” tê dîtin, çi bû?
Kerkûkî:
Dema wî got ku şahê Îranê suprîz bo wan çêkir, min got ji xwe şahê Îranê di destê we de bû, ya ku em dizanin ewe ku guhê Îranê di destê Amerîkayê de bû. Ew diyar bû ku gelekî di bin tesîrê de mabû û çaverê nedikir ku pirsyareke wisa jê bê kirin. Tesîra wê yekê li ser wî hebû ku kurdan ev boçûn û nerîn ser wî hene.

Rûdaw: We ji Kissinger re got ku kurd niha axaftinên wî bawer nakin?
Kerkûkî:
Min got ku ’em li pey rastiyê digerin, rastî jî hin caran dereng dimîne, lê winda nabe. Bo we baştir e ku em rasterast ji we bibihîsin, ji ber ku ev boçûn di nav xelkê me de heye.’ Min jê re got ’pirsgirêkên gelan bi tundûtûjiyê ji holê ranabin. Keremke îro 4ê cotmeha 2011ê ye, bîranîna ragihandina federalîzma Kurdistanê ye. Wî got ev tiştekî baş e û pîroz be. Wî herwiha got ’ez loma gelekî di bin tesîrê de mame, ji ber ku ez dixwazim pêşerojeke baş a kurdan hebe, ku hûn min wisa tawanbar jî bikin, ew jî xirab e.’ Min dît ew gelekî di bin tesîrê de maye, bi şêweyekî ku mirov qet bawer nedikir. Lê girîng bû ku me li buroya wî bîrûboçûnên gelê kurd jê re vegotin. Wî li dawiyê got ’tiştê min nivîsiye rastiya bûyeran e, ez hêvîdar im ku kurd wan bi hûrî bixwînin, ji bo ku êdî ji min pirs nekin û ez dostê kurdan im.

Rûdaw: Wî çawa û bi rêya kê xeber bo we şand ku ew dixwaze we bibîne?
Kekûkî:
Piştî belavbûna nûçeya ku şanda Kurdistanê li Amerîkayê ye, gelek kesayetiyên dîplomasî bi rêya saziya navdar NASDAQ hewla têkiliyê danîn. Wî jî bi rêya wan birêzên ku bernameya me organîze kiribûn, têkilî danî.

Rûdaw: Kissinger çawa behsa rapora PAYK û reaksyona Barzanî û serkirdayetiya şoreşê li himber ’Lihevhatina Cezayîrê’ kir?
Kerkûkî:
Wî got kurd miletekî qehreman e û kariye careke din rabe ser piyan û xwe nede dest û xwe rizgar bike. Wî herwiha got ‘me berî bûyerên 1975ê Barzanî didîtin, lê ji wê demê ve min ew nedîtine.’

Rûdaw: We ji Kissinger nexwest ku weke tiştekî exlaqî ew lêborînê ji gelê kurd bixwaze?
Kerkûkî:
Wî digot ez dostê kurdan im, ev sivikatî ye ku wisa ji min re dibêjin. Loma min ev daxwaz jê nekir, ji ber eger min ew tişt bixwesta bersîva wî diyar bû.

Rûdaw: We jê nexwest ew serdana Herêma Kurdistanê bike?
Kerkûkî:
Nexêr, lê me daxwaz ji Borseya NASDAQ, kanala nûçeyan Fox News û endamên Kongresa Amerîkî kir, me herwiha daxwaz ji Senat, serokên parlamentoyên Eyalatan, serokê komîta asayîşa netewî li Kongresa Amerîkî û çendîn serokên zanîngehan kir ku bêne Herêma Kurdistanê. Me planek jî daniye û ew hemû wê bên. Em herwiha ligel zanîngehekê jî li hev hatine ku bên Herêma Kurdistanê, ji bo ku ligel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê derbarê vekirina şaxeke wê zanîngehê li Kurdistanê lêkolînê bikin, ku taybet be bi karê dîplomasî û perwerdekirina serkirdeyan.

Rûdaw: Serdana we ya ji bo Amerîkayê weke serokê parlamentoya Kurdistanê bû, yan weke berpirsyarekî Partiyê?
Kerkûkî:
Weke serokê parlamentoya Kurdistanê bû. Ez weke aerokê parlamentoya Kurdistanê bi fermî ji aliyê zanîngeha Tufts a amerîkî hatibûm vexwendin ku ev demeke dirêj e têkiliyên min bi wan re hene. Ew dostên Kurdistanê ne û programeke fireh danîbûn, me di serî de li hev kiribû ku em ligel serokên parlamentoyên eyaletan, endamên Kongresê û endamên Civata Pîran jî rûnin, herwiha em biçin Kongresê û Civata Pîran, ji bo ku em bibînin ka ew çawa rûniştinan birêvedibin û gotûbêjan bi çi şêweyê birêvedibin. Me serdana Kongresê kir û paşî Civata Pîran, me li hejmareke zanîngehan derbarê Kurdistanê, Kerkûk û maddeya 140, Îraq û Rojhilata Navîn semînar dan. Me herwiha hevdîtin ligel Peymangeha Aşîtiya Navnetewî û Banka Navnetewî sazkirin, ev tişt di programa serdana me de bûn.

Rûdaw: Piştî ku we ew hemû berpirsyarên amerîkî dîtin, li gor we ew niha çawa behsa Herêma Kurdistanê dikin?
Kerkûkî:
Ez wê yekê naveşêrim ku serkirdeyên Amerîkayê gelek gelek ezmûna Kurdistanê û rola cenabê serokê Herêma Kurdistanê diecibînin. Di rûniştina ligel wezareta derve ya Amerîkayê de, piştî ku dema destnîşankirî qediya, wan bi xwe daxwaz kirin ku eger ti karekî me yê din nebe, em rûniştinê bidomînin. Vêca bêtirî demjimîrek û nîvê din jî gotûbêjan direj kir û rûniştin berdewam bû. Wan bi girîngî behsa rola Herêma Kurdistanê di proseya demokrasiya Îraqê de kirin. Ez bi piştrastî dibêjim ku hemû karên vê serdanê di berjewendiya Herêma Kurdistanê û ezmûna demokrasiyê de bûn.

Rûdaw: Dema serdana we bo Amerîka, ala Kurdistanê li Borseya NASDAQ hat dîtin. Ev li ser daxwaza we bû?
Kerkûkî:
Serdana saziya navdar a diravê NASDAQ di programa me de bû ku bi wê şêweyê be. NASDAQ em bi fermî vexwendin ku serdana wan bikin. Li wir karê borseya ji me re şîrove kirin, paşî li ser daxwaza min ala Kurdistanê li deriyê sereke yê saziyê hat hildan û nîşandan, herwiha ala Kurdistanê li hemû şaxên NASDAQê hat belavkirin. Wan ji me re gotin ku ala Kurdistanê wê bikeve dîroka borseya me û wê di arşîva me de bimîne. Ev pêngav bo min serbilindî bû ku bo cara yekemîn di dîrokê de ala Kurdistanê li kêleka alên welatên serbixwe yên cîhanê li wî cihê girîng ê New Yorkê bê hildan. Bi rêya vê serdanê ala Kurdistanê li cihekî bilind û girîng bê hildan. Herwiha li xwendingeha Fletcher School a Zanîngeha Tufts a amerîkî ku berê ala Kurdistanê ji aliyê şêwirmendekî Serokê Parlemena Kurdistanê hatibû danîn, ji me re gotin ku ev ala wê heta hetayê li kêleka alên dinyayê bimîne. Me şanda Kurdistanê serdana wî cîhî kir ku ala Kurdistanê têde li rêza welatên cîhanê hatiye danîn.

 

Back to top button