Civak

Serok Barzanî pêşwaziya Îsmaîl Beşikçî kir

Roja 30.11.2019ê Serok  Barzanî pêşwaziya dostê Kurd û civaknas û zanayê navdarê Tirk, Dr Îsmaîl Beşikçî û şandekî li gel kir ku ji Endamên Weqfa Beşîkçî li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasî helwesta Îsmaîl Beşikçî ya li ser doza rewaya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe ji bo bîr û ramana û çalakiyên wî yên ji bo piştevanîkirina daxwaz û mafên xelkê Kurdistanê hebû û bi dostekî mezinê gelê Kurd wesif kir. Her wiha ji bilî pirsiyarkirina rewşa tendirustiyê hêviya selametî û temendirêjiyê ji bo wî xwest.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Îsmaîl Beşikçî bîr û nêrîna xwe ya di derbarê rewşa niha ya navçeyê û gef û metirsiyên li pêş gelê Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand û daxwaz jî kir serkirdayetiya siyasiya Kurd bi hûrî û hişyariyê ve muamele li gel pêşhatan de bikin.

Her li vê hevdîtinê de şîrovekirinek di derbarê bername û kar û çalakiyên Weqfa Beşikçî ya li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî xistin rû.

 


 

Balkêş e ?
Close
Back to top button