Vîdeo

Mustefa Şefîq: Her dema Tirkiye ji Kurd dûr bûye, ketiye tengaviyê

Pisporê di warê karûbarên Tirkiyê de Mustefa Şefîq di derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Enqerê û pêşeroja pêwendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê de beşdarî bernameya “Rojev“ a K24ê bû re ragihand, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiye serdaneke girîng û pêdvî bû.

Mustefa Şefîq diyar kir, ji ber ku demek e pêwendiyên Kurd bi giştî bi Tirkiyê re aloz bûne û di krîzan re jî derbasî bû, lê piştî şerê li dijî DAIŞê û bûyerên vê dawiyê li Rojavayê Kurdistanê, rewşa tevgera Kurdî bi giştî û Tirkiyê pêdviya wê pê hebû ku di warê dîplomasî de li ser bê rawestandin.

Herwiha got: Rewşa aloz ya li Rojhilata Navîn, Iraq, Sûriye, Îran û Lubanê heye, ligel wê Herêma Kurdistanê hîna herêmeke aram û li ser xwe ye, girîngiyeke mezin heye ew pêwendiyên xwe li bi welatên cîran re rêk bixe, ev jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê welatên cîran de ye.

https://www.facebook.com/K24Kurmanci/videos/553121048855627/?t=1

Back to top button