Polîtîk

Şer zirarek mezin digihîne tecrûbeya herêma Kurdistanê

Hikûmeta hrêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ew êrîşa çekdarên PKKê bo ser serbazên Tirkiyeyê ku şeva çarçemiyê 19.10.2011ê li devera Hekarê encamdaye û di wê êrîşê de zêdetir ji 20 serbaxên tirk hatine kuştin şermezar dike.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Ev kiryarên çekdarî, tevî ku ji bo aşitiyê û emniyeta deverê xeter in, dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê jî ne.  Berdewambûna van kiryarên çekdarî dê zirareke mezin bo ser tecrûbeya herêma Kurdistanê hebe.

Hikûmeta Kurdistanê daxaza rawestandina kiryarên çekdarî dike û dibêje:
– Bi baweriya me çareserkirina pirsa kurdî li Tirkyeyê bi rêya aşitiyê û dûr ji şidetê rêye herî  minasib e, şer xizmeta vê rewşa dever û cîhan tê de derbas dibe nake.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de daxazê ji hemû aliyan dike ku giyanê berprisyariyê û parastina berjewendiyên hevbeşê deverê, dûr ji şidetê û metodên çekdarî reftarê bikin.

Back to top button