Civak
Prosesa yekbûnê de 4 tişt hatin qedexekirin
Ji bo yekbûna hêzên pêşmergeyan û avakirina hêzek niştimanî hewldan serpereştiya serokê herêma Kurdistanê NêşîrvanBarzanî berdewam e. Di vê çerçovê de di prosesa yekitiyê de wezîrê Pêşmerge jî daxûyaniyek ragihand û 4 tişt di nava hêzên Pêşmerge de qedexe kirin.
Tiştên ku hatîn qedexekirin:
1- Xebatên hizbî li nav Wezareta Pêşmerge
2- Sepandina cezayên siyasî bi ser pêşmergeyan de
3- Çalakiyên siyasî û hizbî
4- Wergirtina abone ji pêşmergeyan
Di fermannameyê de hişyarî hatiye dayîn û hatiye gotin, her kesê ku wê fermanê binpê bike dê were cezakirin.