AKP çû CHP hat çi diguherê?
Gelek cara ji bo rewşa niha ya Tirkiye û destkişandina Erdogan ji desthilatê gotubêj têne kirin. Herweha behsa guhertina sistema ku Erdogan di referandumê de guhertî tê kirin. Ev herdu babet gelekî girîngin. Lê gelo heman gotubêj li gora tirka û kurda wek heve yan gerek bi guhertîbe? Ev yek pirsgirêkek ya Kurdên bakure ku bi serê xwe tevnagerin û piranî girêdayê siyaseta Tirkiyeya rojane tevdigerin.
Raste kurd û tirk di bin heman desthilatê de ne. Siyaseta tê rêvebirin bandorê li jiyana rojane ya herdu gela û gelên din jî dike. Lê pirsa Kurda li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji berî her tiştekî pirsek netewîye. Eger ev yek wek bingehê siyasetê bê zanîn û siyaseta bête kirin li ser bingehê netewî bilind bibe , dê rewş gelek cuhertîbe û dê siyaset perspektifên cuda de bête gotubêj kirin.
Niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê yekitiya di nava aliyên siyasî de çêdibe li ser bingehê dijitiya Erdogan û desthilata niha heyî tê avakirin. Başe em bêjin ku sibehî Erdogan winda kir û desthilatek din ji muxalefeta heyî hate ser hukum ji bo Kurda, ji bo doza kurd çi diguherê? Li gora bersiva vê pirsê mirov dikare siyaseta xwe li ser bingehekî rasteqênî ava bike.
Wek nimûneyekî hesanî, di hilbijartinên herêmî de bajarên wek Stanbul, Enqere, Edene , Mersîn û Antalyayê HDPê dengên xwe li ser navê kurda dan berbijêrên CHPê. Tê zanin ku li himber vê pişgiriya HDPê, CHPê gelek cihên girîng di meclisên şaradariyan de da HDPê. Lê çareseriya pirsa Kurd de tu guhertin pêknehatin. Ev tê wateya ku HDPê ji bo hinek berjewendiyên partiya xwe pişgiriya berendamên CHPê kir. Tu pêwendiya doza Kurd di vê yekêre tuneye.
Niha HDP gazinda dike û dibêje ku, Me pişgiriyek mezin da CHPê , lê îro li himber kiryarên hukumetê CHP li me xwedî dernakeve. Roj baş! hun niha vê dizanin? Eger pirsa we di rastiya xwe de pirsa Kurde, wek kurda bifikirin û tevbigerin.
Di parlementoyê de, dema pirsa Suriye û rojavayê Kurdistanê hate gotubêj kirin, bila akilmendek rabe û bêje ; ka gelo çi cudayî di navbera AKP, CHP, IP, MHP de hebû? Heta emwek kurd, pirsên di derbarê Kurda û Kurdistanê de vê cudahiyê nebînin gelek zehmete ku li ser xetek netewî behsa siyasetê bikin.
Kurd li bakur mecbûrin ji bo berjewendiyên netewî tevbigerin. Nêzikbûna wan ji partiyên Tirkiye re divê li gora pîvanekî be, ev yek jî berjewendiyên netewîne.
Doza Kurda dozek netewîye, doza milet û welatek bindeste. Wek din kî çû kî hat ne derdê Kurdaye û nabe çareseriyek ji pirsa Kurd re. Bê guman divê kurd siyaseta rojane re bi eleqederbin, divê di nava gotubêjan de bin , divê pêwendiyên wan li gel aliyên siyasî yên Tirkiye re hebin. Divê li gel Tirkan yekitî û hevkariyan bikin. Lê divê di van tiştan hemûyê de berjewendiyên netewî pîvan be.
Heta Kurd di vê rastiya xwe nebînin dê bi rêya partiyên wek HDPê bibin leyiztika hinek aliyên Tirk û xelkek din li ser heyina wan siyasetê bike. Ev jê kêmasiyek herê mezin ya bakurê Kurdistanê di siyasetê de ye.
5.11.2019
Analîz/N.Firat