Polîtîk

Şaradarek din ji kar hate dûrxistin

Şeredariya navçeya Wanê ya Qelqeliya ji kar hate dûrxistin û dewsa wê de qeymeqam wek qayum hate tayîn kirin.

Waliyê Wanê şeredara Qelqeliya Caziye Duman ji kar dûr xist û dewsa wê de qeymeqamê navçeyê Mehmet Halis Aydin kir qayum.
Caziye Duman ji bo dozek ku derbarê wê de hatî vekirin ji aliyê polisan ve hate binçav kirin. Waliyê Wanê di daxûyaniya xwe de dibêje ku, ji bo binçavkirina şeredara navçeyê wan qayum tayin kiriye.

Dixweyê bi heman sedemê hemû şaradarên HDPê ji kar têne dûrxistin. Ev yek heta ku hemû şeredarî ji destê HDPê bêne derxistin berdewam dike.

Back to top button