Kontrola hêzan li rojavayê Kurdistanê zelal dibe
Amerika cardin vedigerê rojavayê Kurdistanê?
Hêzên Amerikayê doh serdana bajarê Qamişloyê kirin û li gel HSDê hevdîtinek pêkanîn. Helwesta Amerikayê ne zelale, li gora daxûyaniyên Amerikayê ew ji berî her tiştekî dixwazin herêmên ku petrol lê heyîn kontrol bikin û biparêzin. Amerika vê yekê dê li gel HSDê pêkbîne.
Lê niha li gora rewşa dixweyê, Suriye û kontrola welatan li ser axa Suriye û rojavayê Kurdistanê vekirîtir dixweyê.
Tişta ku niha zelale ; ji Serê Kaniyê heta bigihe Grê spî di bin kontrola Tirkiye û hêzên pêve gêrêdayî de ye.
Ji Qamîşlo heta Serê Kaniyê û ji Girê Spî heta Kobanê jî di bin kontrola Rusya de ye. Ev tê wateya ku Rusya li gel hêzên rejima suriye herêmê kontrol dike.
Ji Qamîlo heta Eyn Diwerê jî dikeve di bin kontrola Amerikayê HSDê de.
Lê li gora helwesta hinek welatan ev yek her demî dikare bête guhertin. Li gora vê nexşeyê, eger Amerika li herêmê bimîne tenê beşek ji bajarê Qamişlo heta Eyn Diwerê di bin desthilatdariya PYDê de dimîne.