Cîhan

Washington dixaze Putin ji petrolê dûr bêxe

Amerika û taybetî serokê vî welatî di derbarê siyaseta xwe ya li Suriye rojane biryarên cuda dide. Trump dabû xûyakirin ku ewê hêzên xwe ji Suriye vekişîninn. Lê niha cardin biryar da ku dê hinek hêzên xwe li Suriye û rojavayê Kurdistanê bihêlin.

Rojnama Times di hijmara xwe ya îro de nirxandinek li ser helwesta Amerikayê kir û dibêje ku Washington dixwaze Rusyayê ji petrola Suriye dûr bêxe. Herweha rojname dibêje ku, vêca divê Tirkiye û Erdogan qebul bike ku, tenê Herêma Ewle dê li Tllabyat û Serêkaniyê bimîne.

Wezîrê bergiriya Amerikayê Mark Esper dabû xûyakirin ku, ewê 200 leşkerên xwe li ser sinorê Suriye û Iraqê bihêlin.

Tê gotin ku ev leşkerên Amerikayê dê li ji derê deverên Kurda cih bibin û ji bo kontrolkirina cihên petrolê bikin dimînin.

Back to top button