Times: Divê bersiva vê pirsê bê dayîn
Rojnama Ingilîzî Times di nûçeyek a xwe de behsa îdiaya ku hêzên çekdarên Tirkiye li şerê Serêkaniyê de Fosfor a Sipî bi karanî dike û dibêje gerek lekolîn li ser vê babetê bê kirin. Lê Tirkiye vê îdîayê red dike û dibêje ku bi tu awayê ev cureyê çeka kimyawî nehatiye bi karanîn.
Times diêje ku divê bersiva vê pirsê di cih de bê dayîn.
Di nivîsa xwe de Times dide xûyakirin ku, di eslê xwe de ev çeka Fosfor a sipî nehatiye qedexekirin. Di peymana Cenevreyê de dibêje ku, maddeya Fosfora Sipî di hinek çakan de dikare bê karanîn. Di nava çekên gelek welatan de ev madde heye. Lê rojname bal dikşîne li ser xala ku, ev çek li himber sivîlan nabe bê karanîn. Ji ber ku Fosfor a Sipî di çermê insanan de tahrîbatên mezin çêdike.
Herweha Times, di nivîsa xwe dibêje ku, Fosfora Sipî hatiye bi karanîn. Peyamnerê Times li Haseke li gel doktorek Îranî bi navê Abbas Mansouran axavtiye û Mansouran dibêje ku , wî 15-20 nexweş dîtine û laşê wan bi Fosfora Sipî şewitî bû. Di nav van birîndaran de çekdar, sivî û zarok jî hebûn.