Cîhan

Tirkiye dest bi operasyona rojhilatê Firatê dike

Serokê Tirkiye Erdogan îro civînek ya AKPê li Kizilcahamê de axivî û behsa operasyona rojhilatê Firatê kir. Erdogan got: Hêdî cihê gotinê nemaye.Me hemû amadekariya xwe kiriye,me planên xwe kirine û fermana pêwist daye.

Piştî vê axavtina Erdogan , hêzên Tirkiye li devera sinor  xwe amade dikin ku sinor derbas bikin. Berê topan dane devera Kobanê. Hêzên Tirkiye tenê hêviya fermanekine.

Erdogan dide xûyakirin ku, dem nêzik bûye ji bo operasyonê destpêbikin, ha îro ha sibe her tişt amadeye.

Wezîrê bergiriya Tirkye Hulusî Akar jî dibêje: Ev hêdî ne karê henekaye. Pêvajoya Herêma Aram berdewam e, lê ne li gor dilê me pêvajo rive diçe. Ji bo vê jî em mecburin bo parastina ewlehiya xwe hinek gava bavêjin.

Ji gelek deverên din hêzên leşkerî û çekên giran ber bi Akçakale yê ve rêdikin . Ihtimala mezin dê devera Girê Spî de bikevin nav axa Suriye.

Niha çave herkesekî li biryara Erdogan e.

Back to top button