Cîhan

Li Iraqê çi dibe

Li Iraqê xwepêşandan geş dibin û roj bi roj hêjmara xwepêşandana zêde dibe û ji bajarekî dikeve bajarek din. Xwepêşandan li Bexdayê detpêkirin, daxwaziya xwepêşanderan başkirina mercên jiyanê bûn.  Li Bexdayê destpêkir û berbi başûrê Iraqê ve zêde bû. Niha li piraniya bajarên Iraqê xwepêşandan hene.

Hukumet li himber xwepêşanana bi tundî disekine, heta niha 12 kesî jiyana xwe ji dest daye û bi sedan birîndar çêbûne.

Ev xwepêşandan ne wek cara ne, her çikas armanc wek daxwaza başkirina mercên jiyanê bê jî, dixweyê armancek girîng a siyasî di van xwepêşandanan de he. Li Iraqê dema bûyerk çêdibe , hinek li piş disekinin. Lê di van xwepêşnadana de yê li piş perdê hêza ku xwepêşandana organize dike vekirî naxweyê, gelek senaryo têne gotubêj kirin.

Xwepêşandan li dijê Îranê wek xwedî helwest dixweyên, Amerika li himber bûyerê bê denge. Ji aliyek din di xwepêşandanan de tu weneyên berpirsên siyasî nayê rakirin û ji bo vê jî motivek siyasî nayê xwuyakirin. Tene li hinek bajaran weneyên fermandarek leşkerî tê rakirin.

Ev xwepêşandan rewşa hukumeta Iraqê aloz dike û hukumetê ber bi tedbîrên tundve jî dibe, bê guman hêzên milîs wek Heşda Şeibî hêja di van bûyeran de ne xwedî helweste.

Lê ev bûyer û senaryoya ji bo Iraqê tê leyiztin , vê care dikare Iraqê ber bi pêvajoyek nû ve bibe û çarenûsa vî welatî biguherê. Herweha ihtimala guhertina rejimê jî heye û tê gotin ku, ev yek dikare Iraqê wek Misrê yan jî Sudanê ber bi îdareyek leşkerî ve bibe.

 

 

Back to top button