Divê kontrola sinora bê kirin

Lli zankoya Kurdistan ya Hewlêrê, konferasek li ser stratejiya Herêma Kurdistanê bo aramiya Iraq û Rojhilata Navîn dest pê kir. Di konferansê de, ku dê du rojan bidome, Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku aramiya Iraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn girêdayî hev in. Eger welatek di warên siyasî, aborî, civakî û ayînî de aram nebe, ew welat ti carî aramiyê nabîne.

Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û ragihand, ew di danûstandinên bi Bexdayê re têkestî li ser çar xalan dikin:

Bûdce û enerjî: Em dixwazin di vî warî de piştrast bin ku rêkeftin didomin. Helbet em di wê baweriyê de ne bersiva vê yekê di Destûrê de heye. Em jî hewl didin di danûstandinan de mafên xwe yên Destûrî misoger bikin.

Em dixwazin mafên gelê Kurdistanê misoger bikin di çarçoveya dahata Iraqê de.

Em dixwazin arîşeyên girêdayî sînoran çareser bikin. Hûn dizanin Kerkûk yek ji wan pirsgirêkan e ku gelekî girîng û kirîtîk e. Divê li gorî nexşerêka ku di madeya 140 ya Destûrê de hatiye destnîşankirin, ew pirsgirêk û pirsgirêkên deverên din yên kêşedar bên çareserkirin. Ev dever divê bi hevbeşî bên birêvebirin, nabe aliyek bi tenê wan deveran birêve bibe. Helbet ev dê hinekî wext dixwaze. Lê em dixwazin li ser vê mijarê danûstandinê bikin da ku hevbeşiya siyasî û ewlehiyê hebe li wan deran. Em bi NY re jî kar dikin û daxwaz dikin bi me re di nav hemahengiyê de bin û piştevaniya me bikin.

Cihê Pêşmerge di nav çarçoveya siyaseta berevaniya Iraqê de hatiye vekirin. Ez di temenê 16 salî de bûm pêşmerge. Dinya hemû dizane Pêşmerge mêrxas in. Me niha dest bi reformê kiriye di nav Pêşmerge de. Em dixwazin bi piştevaniya hêzên hevpeyman vê reformê bikin. Min bi cîgirê serokwezîr, Qubad Talebanî û Wezîrê Pêşmerge re jî axiviye. Em hemû di vê yekê de hevnêrîn in ku Pêşmerge beşek ji hêzên berevaniya Iraqê ye. Ji ber wê jî divê were perwerdekirin û çekdarkirin û piştevanîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku ew dixwazin bi Bexdayê re rêkeftinek wisa bikin ku hevtayê Destûrê be û got, eger em di danîna hevbeşiyê de li gel Bexdayê serkeftî bin wê çaxê paşeroja Herêma Kurdistanê û Iraqê jî dê ronîtir be.

Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe jî bo pêşveçûna danûstandinên Hewlêr û Bexdayê anî ziman û got, ez kêfxweş im ji ber ku em dibînin pêşveçûnek bihêz heye di danûstandinan de. Helbet di danûstandinan de mirov çi bixwaze, bi dest nahê ji ber ku sirûşta danûstandinan wiha ye. Lê em dixwazin rêkeftinek wisa bikin ku bi sûda her du aliyan be.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: