Vîdeo
Peywendiyên me li gel Bexdayê baş in
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in û peywendiyên herdu aliyan baş in. Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kur ku herdu alî jî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî dîdara derçûyên Zaningeha Kurdistan-Hewlêr, derbarê gotûbêja li ser budceya 2002an a Iraqê ji Rûdawê re axivî.
Derbarê proseya petrola Kurdistanê ku pirs û kêşe li ser heye, Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Me daxwaz ji aliyên Iraqî kiriye bo ew bêne Hewlêrê û zêdetir li ser wê babetê guftugoyan li gel bikin û bigihijin çareseriyekê ku di xizmeta hemû xelkê Kurdistanê û Iraqê de be.”
https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/550455965727638/