Xelkê Şingalê nikarin vegerin ser malê xwe û rewş pir metirsîdar e
Birîn Tehsîn Beg, Kurdê Mîr Tehsîn Beg mîrê koçkirî yên Êzdiyan dibêje, nakokiyên Şingalê metrisiyeke mezin çêkirine û her aliyek Şingalê bi aliyê xwe ve dikşîne û xelk jî nikarin vegerin ser malên xwe.
Birîn Tehsîn Beg ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Şingalê pir metirsîdar e û xelkê wê jî nikarin vegerin ser mal û halê xwe, lewma jî rewş jidest derketiye û Şingal bûye cihê istixbaratê welatan û her aliyek Şingalê bi aliyê xwe ve dikşîne. Ji ber Şingalê me daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kiriye ku divê jihevtêgiheştinek hebe ji bo çareserkirina pirsa Şingalê, ji ber ku metirsiya jinavçûnê li ser Êzdiyan heye.”
Birîn tehsin dibêje: Herwiha em ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivîne ji bo çareserkirina pirsa Şingalê û Êzdiyan û me daxwaz ji welatên mezin jî kiriye ku alîkariya me bikin di pirsa Êzdiyan de, da ku Êzdî hest bi aramiyê bikin.”