Rêya lêşkerî ne çareseriye
Pirsgirêkên xwe bi riya diyalogê li ser mêzê çareser bikin.
Serokwezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê derbarê êrîşên dawî de daxuyaniyek belavkir. Barzanî hemû kiryarên leşkerî yên PKK’ê, Tirkiyê û Îranê rexne kirin û got ku, ew li dijî hemû kiryarên şerî û tundiyê ne.
Her wiha bang li hemû aliyan kir ku li ser mêzê bi riya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji aliyekî din ve Barzanî bal kişand ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran û got ku, Kurdistan dixwaze têkiliyên aştiyane li gel welatên cîran hebin.
Dîsa bal kişand ku, bi riya leşkerî çareserî nabe. Her wiha Barzanî derbarê şehîdbûna kesên sivîl de got ku, ew ji şehîdbûn û ziyan gihandina kesên sivîl dilgiranin û êrîşên leşkerî şermezar dikin. Barzanî sersaxî ji malên kesên bûne qurban re jî, xwest.(Avestakurd )