Civak

Li Pasurê teqînek bi hêz çêbû

Li Diyarbekirê di encama teqîna mayînekê çandî 7 gundiyan jiyana xwe ji dest10 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li navçeya Pasur a girêdayê Diyarbekirê gundi ji bû birîna dara bi wesayetekî diçûn çîyê, li ser rêya gund bombeyek çandî dema wesayeta gundiya derbas bû teqiya û di encam de kuştî û birîndar çêbûn.

Bombeya ku weseyeta gundiyan de teqiyayî ji aliyê PKKê ve hatiye danîn. Piştî bûyerê birîndar ji bo nexweşxaneyên navçeyan û bajarên nêzik hatin veguhaztin.

PKK di derbarê bûyerê de dibêje ku, yên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndarin hemû polis, cerdevan û eskerin.

Li gora agahdariyên medya Tirkiye, ji berî bûyerê demek kurt weseteyak ya şeredariya Pasurê devera ku teqîn lê bûyî hetiye ditin. Bûyerê ve girêdayî 4 kes hatine tesbît kirin û ji wan 2 kes ji aliyê polisan ve hatine binçav kirin.

Yên hatîn binçavkirin yek jê serokê HDPê yê Pasurê ye û yê din jî berpirsekî yê şaredariya Pasurê ye.

Back to top button