Cîhan

Îranê du Amerîkî azad kirin

Îran du çiyavanên Amerîkî azad kirin. Sala 209-ê sê çiyavanên Amerîkî du mêr û jinek li Kurdistana Başûr rêya xwe winda kirîbûn û ketibûn di nav xaka Îranê de. Her sê çiyavan ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin. Amerîkî bi casustiyê dihatin îtham kirin.

Bi hinek pêwendiyên dîplomasî jina Amerîkî Sara Shord ji berî salekî hatibû azad kirin. Herdu çiyavanên din bi 8 salan hatibûn cezakirin. Li gora nûçeya televizyona fermî ya Îranî doh çiyavanên din jî hatin azad kirin û ew teslîmê berpirsên Balyozxana Swisre kirin. Televizyona CNN jî azad kirina Shane Bauer û Josh Fattal,piştrast kir.

Azadkirina herdu çiyavanan piştî serdana serokê Îranê ya Amerîka ji bo civîna YN hate rojevê û Ahmedî Nejad bejedanek ya xwe de behsa azad kirina wan kirîbû.

Back to top button