Wezîrê navxwe Soylu Baroya Diyarbekirê tawanbar dike
Baroya Diyarbekirê bersiva gotinên wezîrê navxwe Sileyman Soylu da.
Soylu li Dersimê di axvtinek ya xwe de behsa Baroya Diyarbekirê kir û got: Rêxistina terorist kengê bêje Baroya Diyarbekir biaxêvin hingê diaxêvin, herweha kengê beje wan çalakiyekî bikin ew hewldidin çalakiyê bikin.
Berdewamiya axavtina xwe de Soylu dibêje ku, hinek malbat li ber avahiya HDPê li Diyarbekirê çalakiya runiştinê dikin, hinek ku xwe wek parêzer didin xuyakirin û dibêjin em endamê Baroya Diyarbekirin li dijê van malbata disekinin.
Serokê Baroya DIyarbekirê Cîhan Aydin di hesabê xwe yê medya civakî de daxûyaniyek belav kir û bi vê daxûyaniyê bersiva Soylu da. Aydin dibeje ku, salane bi minasebetekî êrîşê Baroya Diyarbekir dikin. Îsal jî li Dersimê êrîş kirin. Nabê mirov pişta xwe bide dewletê û şerê herkesekî û dezgehekî bike.