Polîtîk

Agahdarî ya Xortên Demokrat

                                            
Hevgirtin, tevkarî, yekîtî  wek gotinên xweş di guhên mirovên dilsoz û neteweperwer de olam olam didin.  Ji bo rêlibervekirin û bipêşdebirina çareserkirina doza Kurd û Kurdistanê, ji  bo yekîtiya neteweya Kurd, pevxirtina deng û rengên Kurdan dermanekî  çarenivîsaz e.

Ji bo ramanek, hizrûbîr an tevgerek civatî an siyasî, berhemejke li gor daxwaz û dilê mirovan bide; Divê bername rast û dirist be, divê birêvebirên vê bernameyê, lihevkirî û xwediyê karîn û zanînê bin, divê rê û metodên birêvebirinê bi armancê re li hev bike û divê di dema xwe de pêngav bihêne avêtin.

Li ser banga çend hêzan, di  rojên 17 û 18’ê îlona 2011’an de li Amedê li ser navê ‘’Yekîtiya Neteweya Kurd’’ kom dibin û li ser navên Demokratên Kurd hîn kes beşdariya vê civînê binavkirî bibin.

Dema mirov navê Yekîtiya Neteweya Kurd bikarbîne, pêwîstî  bi hevahengî  û bi beşdariya hemî aliyên Kurdan heye. Ji bo avakirina Yekîtiya Neteweya Kurd hevahengiya navbera Kurdan û parastina bidestxistinên neteweyî bibênebê  ye. Desttêwerdan û jihevbelavkirina j,hêzên perçeyên Kurdistanê, bidûrketina ji hevgirtin û bihevrekarkirina hêzên neteweyî ye.

Pêngeva destpêkî ya avakirina bihevxistina deng û rengên Kurdan ;  bi tevayî, li dijî plan û lehîstikên li hemberê bidestxistinên Kurdan, bi taybetî jî li hemberî êrîşên li dijî desthilatdarî û statuya li başûrê Kurdistanê; li hemberî li hemberî lehîstik û êrîşên dagirkerên wek Tirkiye û Îranê rawestan e.

Hêz û partiyên bi zanebûn destên xwe dirêjî nav perçeyên Kurdistanê yên Rojhilat, Başûr û Rojava bikin, hêzên perçeyên binavkirî yên xumalî jihevde bixin û di nav lehîstikên bêhêzkirina tevgerên Kurd de, bi eşkerayî kar bikin, nikarin Yekîtiya Neteweya Kurd ava bikin.

Di vê hengameye ku êrîşên li dijî desthilatdariya li Başûr agir li Kurdistanê dibarînî, helwesta desthilatdariya Başûr bi pêşbîniyeke berfireh destnîşan dike ku di vê rewşê de Kongreya Neteweyî nayê lidarxistin û ev ne dama wê ye.

Em Xortên Demokrat, di vê rewşê de bawer nakin ku ev civîn, alîkariya avakirina Yekîtiya Neteweya Kurd bike.

17.09.2011

Amed/Kurdistan                                                                                                                      

Back to top button